Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Mistefa re xwest.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Mistefa duh ji ber krîza dil şehîd bûbû. Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê berê xwe da taxa Kaniya Kurdan û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Li pêşiya konê sersaxiyê merasîmek pêk hat. Di merasîmê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dîcle Bozan Elî axivî. Dicle Elî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got hevrêyê wan Elî xwedî mîraseke kedê ya salên dûr û dirêj ên şoreşê ye. Her wiha destnîşan kir ku ew dê heta dawiyê xwedî li mîraseya hevrêyên xwe derkevin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.
Dûre jî li ser navê malbata şehîd Elî Mistefa, pismamê wî Izedîn Şêx axivî. Îzedîn Şêx destnîşan kir ku Elî xwediyê wê hêzê bû ku di nava mercên herî zehmet de jî tê bikoşe û got: “Ew di dibistana Apoyî de mezin bû û berxwedan kir. Em soz didin ku em ê heta dawiyê jî xwedî li keda şehîdan derkevin.”
Dûre girseya gel derbasî konê taziyeyê bû û sersaxî ji malbatê re xwest.
Merasîma cenazeyê şehîd Elî dê sibe li Pakrewangeha Şehîd Dîcle were lidarxistin.



