Li gel rageşiyên Îran bi Amerîka û Îsraîlê re, rejim kiryarên xwe yê darvekirinê jî dewam dike.
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi ser jinek û endamên malbata wê de sepand ku beşdarî xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê bûbûn.
Her 5 girtî ku di xwepêşandanên dawî de hatibûn binçavkirin, bi tometa ‘têkdana ewlehiya neteweyî û propagandayê li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê û desteserkirina serwet û milkên wan li ser hatine birîn.
Di biryarnameyê de tu belgeyeke yasayî û hûrgilî li ser tometên ku li wan hatine barkirin, nehatiye nîşandan.
Hate diyarkirin ku girtî di dema lêpirsînê de ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê, di bin zextên giran ên fîzîkî û derûnî de hatine hiştin.
Her wiha di tevahiya pêvajoya dadgehkirinê de ji mafê parêzerê serbixwe bêpar mane.
Ev şêwazê dadgehkirinê wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û yasayên navneteweyî tê pênasekirin.



