Hêzeke Israîlê derbasî hindirê erda Sûriyê bû.
Li gor dezgehên medyayê, 2 bira ji gundewarên Quneytrayê ji hêla hêza Israîlê ve hatin girtin,
Li gundê Birêqa yê Quneytrayê ev serdegirtina hêzên Israîlê pêk hatiye.
Li gor dezgehên medyayê, 4 erebeyên hêzên Israîlê ku 20 endamên wê tê de bûn, dora malê girtin û piştre herdu bira girtin.
Her wekî tê gotin ku herdu zarokên girtî ber bi cihekî ne diyar ve hatine birin û sedema girtinê jî nehat zanîn.
Wekî tê zanîn, li herêma gundewarên Quneytrayê tim tevgera hêzên Israîlê û girtin pêk tên û ev jî tirsa di nava niştecihan de zêde dike.
Berî niha jî Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri gotibû ku ew dixwazin bi Israîlê re bighêjin lihevkirinekê, lê astengî li pêş vê yekê hene.



