Koordînasyona KJK, ragihand ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke krîtîk de ye.
KJK got,
“Pêvajoyeke bi rê ve diçe nîne, pêvajo sekinî ye û xitimî ye.”
KJK bal kişand ser girîngiya statû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bang li gel, jin û hêzên demokratîk kir ku ji bo çareseriyê helwestek çalak nîşan bidin.
Koordînasyona Komaleyên Jinên Kurdistanê KJK dibêje pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke krîtîk de ye.
KJKê di daxuyaniyê de bal kişand ser şert û mercên siyasî yên li Rojhilata Navîn û got;
Di demeke ku herêm veguheriye qada şer û alozîyê de, biryarên ku dê bêne dayîn dikarin çarenûsa gelan diyar bikin.
Her wiha hate gotin, Rêber Apo ji Cotmeha sala 2024’an ve hewl daye ku têkiliyên Kurd û Tirkan ji asta dijminatiyê vegerîne ser zemîna aştiyê û biratiyê.
Koordînasyona KJK rexne li hikûmeta AKP’ê kir û wiha got,
“Tevî avakirina komîsyona meclîsê, di warê gavên hiqûqî û siyasî de ti pêşketinek girîng nehatiye avêtin. Eger mirov bi rengekî rasteqîn nêzîk bibe, wê bê dîtin ku pêvajoyeke bi rê ve diçe nîne, pêvajo sekinî ye û xitimî ye.”
KJK: Çareserî bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e
Her weke ragihand ku hevdîtinên bi Rêber Apo re hatine rawestandin û ev tişt anî ziman:
“Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtin neyên kirin û ew di pêvajoyê de rolê xwe neyê lîstin, nikare bê gotin ku pêvajo bi rê ve diçe. Statû û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd e. ”
KJK bang li jinan kir: Ji bo azadî û statuya Rêber Apo rabin
KJK dazanîn ku “naskirina statûya Rêber Apo, naskirina statûya gelê Kurd e.”
Her wiha bang li gelê Kurd, jinan, ciwanan û hemû hêzên demokratîk kir ku li dora “çareserî û azadiya Rêber Apo” bibin yek
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ‘yên ku aştiyê û çareseriyê pêş dixin, gel û jin in’ û daxwaz kir ku çalakiyên demokratîk ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêşxistina pêvajoya aştiyê bên zêdekirin.



