Dewleta Tirk a dagirker operasyonên qirkirina siyasî li bakurê Kurdistanê berfireh dike.
Polîsan bi ser mala Rêvebera HDP’ê a Bajarê Mêrsînê Havva Tekîn de girtin û ew binçav kirin.
Piştî kontrola tenduristiyê Tekîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.
Hat zanîn ku Tekîn bi hinceta beşdarbûna di çalakiya greva birçîbûnê de hatiye binçavkirin.