Faşîzma AKP’ê di her fersendî de dijminahiya xwe ya li dijî gelê kurd dide nîşandan.
Li navçeya Ebexê lewheyên gelek gundan ên bi 2 zimanî hatin daxistin.
Li navçeya Ebexê ya Wanê, lewheyên bi Kurdî-Tirkî yên gelek gundan ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatin daxistin.
Li şûna lewheyên bi Kurdî-Tirkî lewheyên tenê bi Tirkî hatin çikandin.
Ev yek jî nişana wê yekê ye ku çawa faşîzma AKP’ê bi rêya qeyûman dixwaza hebûn û zimanê gelê kurd asîmle bike.