Piştî Îmarat û Behreynê, Sûdan jî ber bi asayîkirina têkiliyan ve diçe

Berpirsekî Sûdanî ragihand ku îro di navbera serokê Meclisa serokatiya Sûdan û berpirsên Amerîkî de, civînek li Xertûmê der barê nîqaşkirina encamên hevdîtinên li Îmaratê de tê lidarxistin.

Li gorî agahiyan, armanca vê civînê ew e ku di mijara asayîkirina têkiliyên bi Israîlê de, bibin xwedî yek helwestê.

Amerîka û Sûdan ji bo asayîkirina têkiliyên bi Israîlê re, li ser pêşkêşkirina 7 milyar dolar û derxistina Xertûmê ji lîsteya “destekderên terorê” li hev kiriye.

Balyoza Amerîka ya NY Kelly Craft duh ragihandibû ku gelek deweltên Erebî wê di rojên bê de tev li asayîkirina têkiliyên bi Israîlê re bibin.

Back to top button