Parlamena Lîbî ragihand ku dadgeha bajarê Beydayê herdu biryarên serokatiyê yên derbarê peymana xêzkirina sînorê deryayî û hevkariya ewlekariyê ya navbera Wîfaq û Tirkiyê, betal kirin.
Lihevkirina leşkerî, hişt ku Tirkiye baregeh û hêzeke leşkerî li Lîbyayê ava bike û parêzbendiyek li gorî wê bi dest xistibû.
Her wiha peymana deryayî li ser aramiya herêmî gefek bû û mertirsî ligel Misr, Yûnanistan, Fransa û Qubrisê afirandibû.
Ji ber van herdu sedeman, dadgehê biryara betalkirina wan da.
Li aliyekî din, namzetê serokatiya Encumena Serokatiya Lîbî Ebdulcewad El-Ubeydî vekişîna xwe ji namzetiyê ragihand.
El-Ubeydî da xuyakirin ku, sedemên vekişînê gelek in, yek ji wan, tengbûna dema diyarkirî bo desthilata qonaxa veguhêz e ku 18 meh in.
Her wiha desthilata heyî ya di navbera herêman de, tenê nîvbinîv e û ti xizmetê bo Lîbyayê nake.