Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê yê Meclisa Dêra Zorê Semîr Mihemed duh rastî êrîşekê ji hêla kesên nenas ve hat û şehîd bû.
Partiya Sûriyê Pêşerojê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand û şehîdxistina endamê xwe şermezar kir.
Partiyê diyar kir ku ev bûyer dewama sûcên birêxistinkirî ye ku li dijî kesayteyên welatparêz, şêx-eşîr û endamên rêvberiya herêmê pêk tên.
Her wiha tekez kir ku ewê li dijî projeya osmanî û hewldanên hikûmeta Şamê yên derxistina tevliheviyê têkoşîna xwe dewam bike.
Her wiha Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas ku li motorsîklêtekê bûn, gule li erebeyeke bi tîpa “Van” reşand û bi lez reviyan.
Di encama gulebaranê de jinek û mêrek ku di erebeyê de bûn hatin kuştin.
Êriş li ser rêya giştî nêzî dikanên “Şûeybî” pêk hat.