Li Stenbol polîsên Tirk 19 kesên ku tevlî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê roja kedkarên û karkerên cîhan bûn, binçav kirin.
Endamên Zanîngeha Dîren, SODAP û Meclîsa Ciwanan ên li Mecîdîyekoy hatin ba hev û ber bi Taksîmê bi dirûşmên “Bijî 1ê Gulanê” dest bi meşê kirin.
Lê polîsên Tirk êrîşî kesên ku tevlî meşê bûne kir, hemû rêyên diçin Qada Taksîm û Rêya Îstiklalê girtin, û kesên ku dixwazin biçin qadê wan asteng kirin.
Di encamê êrîşê polîsan de, 19 kes bi lêdanê hatin binçav kirin.
Polîsan êrîş bir ser girseyê û 19 kes bi lêdanê destgîrkirin.