Li welatên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin

Li welatên Ewropayê çalakiyên li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dikin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê li Almanya, Fransa û Belcîka jî ji bo xwedîderketina li gerîla meş û çalakî hatin lidarxistin.

Li welatên Ewropayê, kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyên xwe dewam dikin.

Îro, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê û li dijî siyasetên DYE û NATO’yê çalakî li pêşiya Balyozxaneya DYE ya li Brûkselê hate lidarxistin.

Gelek sazîyan piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de êrîşên dagirker ên li dijî başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Her wha biryara DYE ya derbarê kadroyên pêşêng ên PKK’ê de jî hate protestokirin.

Li ser navê NAV-BEL’ê Dawud Keskîn axivî û bal kişand ser berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

Nûnerekî Rêxistina Na Ji Şer Re diyar kir ku sûcên DYE û NATO’yê ne bi tenê Kurdistanê, lê bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike û peyam da ku ew piştgiriya gelê Kurd dike.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê jî axaftin hate kirin.

Li Strasbûrgê çalakiya rûniştinê di hefteya çaremîn de dewam dike

Li Strasbûrgê jî, çalakiya rûniştinê ku TJK-E û KCDK-E’yê di çarçoveya ”Her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dema azadiyê ye” dabû destpêkirin kete heftiya çaran.

Dosyayên têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan, grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê û komkujiyên li ser Kurdan teslîmî nûnertiyên domdar ên welatên endamên Konseya Ewropayê hat kirin.

Li Hambûrgê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîla, meşek hate lidarxistin

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî li hemberî êrîşên dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek hate lidarxistin.

Di meşê de êrîş û terora dewleta Tirk hatin şermezarkirin,

Back to top button