Li asîmanê Humis û Tertûsê teqîn

Îro li asîmanê Humis û Tertûsê dengê teqînan hate bihîstin û hate ragihandin Îsraîlê êriş kiriye.

Li gorî medyayên ser bi hikumeta Şamê ve li asîmanê bajarên Humis û Tertûsê teqîn pêk hat.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku wê jî xwe spartî hin medyayan ”êriş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin”.

Car caran Îsraîlê êrişan li dijî herêmên Sûriyê wekî Şam û Humisê pêk tînin.

Lê ev cara yekemîn e ku beravên Sûriyê tê hedefgirtin.

Back to top button