Çalakiya sêmalka di roja 84’an de didome lê PDK cenazeyan radest nake

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê di roja 84’an de dewam dike.
Endamên Meclisa Dirbêsiyê serdana konê çalakiyê kirin.

Îro endamên Meclisa navçeya Dirbêsiyê serdana konê çalakiyê kirin.

Derbarê çalakiyê de welatiyê bi navê Berces Seydo axivî û diyar kir ku wê ev çalakî heta dewam bike heta PDK’ê cenazeyên şehîdan radest bike…

Seydo da zanîn ku PDK’ê ciwan kir hincet û derî girt, lê armanca wan ya bingehîn ew e ku çalakvanên li Sêmalkayê çalakiya xwe bi dawî bikin.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Remedan jî got::

“Me berê xwe da deriyê Sêmalkayê ji bo piştgriya malbatên şehîdan bikin”

Remedan diyar kir ku PDK’ê bi vê siyaseta xwe xiyaneta gelê Kurd dike.

Back to top button