12’ê adara 2017’an Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hate damezrandin. Bi beşdarbûna girseyeke mezin salvegera 5’an a damezrandina Rêveberiyê li Minbicê hat pîrozkirin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 12’yê Adara 2017’an de hat damezrandin…
Îro, bi diruşma “Bi vîna me ev rêveberî hate damezrandin” Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê şahiya salvegera 5’an a damezrandina rêveberiyê li dar xist..
Şahî li hola Çand û Hunerê ya Minbicê pêk hat.
Di şahiyê de bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê, hêzên parastinê û partiyên siyasî amade bûn…
Piştî deqeyekê rêzgirtin, li ser navê rêveberiya Minbicê û meclisên wê axaftin hatin kirin…
Kesên axivîn, salvegera 5. a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Minbicê li tevahî xelkê herêmê pîroz kirin..
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ku li pîrozbahiyê amade bû axivî..
Hemdan El-Ebid: Nirxên dîrokî û gelêrî di vê rêveberiyê de parastî ne
El-Ebid ev roj pîroz kir û weke rojeke bi nirx bi nav kir û got;
“Rêveberiya Minbicê hemû nirxên şaristanî, dîrok, wêje û çand û tevahî pêkhateyan digre nava xwe..”
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş derbarê vê rojê de kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:
Şervan Derwîş: Ev rêveberî ji bo hemû Sûriyhê bû nimûne
“Sozek bû ku em Minbicê bikin bajarekî nimûne ji tevahî Sûriyê re ye. Rêveberiya ku hat avakirin jî em bala xwe bidinê, ew ê bibînin ku geşkirineke mezin û gelekî serkeftî bi xwe re aniye….”
Paşê, sînevîzyonek li ser xebatên rêveberiyê yên 5 salan hat tamaşekirin..
Piştre, Koma Minbicê ya Navenda Çand û Hunerê stran û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Koma Şehîd Botan Tirkmen a govenda tirkmenî, koma Aştiyê stranên bi zimanê kurdî, ciwana bi navê Qemer Ferîc jî stran gotin..
Di dawiyê de rêveberiyê hemû nivîsgeh, komîte, meclisên sivîl û leşkerî xelat kirin, her wiha meclisa jinan, PYD’ê jî hatin xelatkirin..
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarê Minbicê di 15’ê Tebaxa 2016’an de hat rizgarkirin û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 12’yê Adara 2017’an de hat sazkirin.