Piştî hevdîtina Barzanî û Erdogan PDK’ê hêz û wesayîtên leşkerî derbasî herêma Heftenînê kir

Hate ragihandin PDK’ê bi dehan wesayitên leşkerî serê vê sibehê şandine herêma Heftenînê a ku di bin kontrola gerîlayan de ye.

Hêzên PDK’ê yên ku gihîştin gundê Banikê yê herêma Heftanînê, hewl dide li qadê bi cih bibe.

Hêzên PDK’ê yên ku dixwazin qadê kontrol bikIn, dixwaze li Banikê, Pirbila û herêmên derdorê belav bibe.

Cihê hêzên PDK’ê dixwaze lê bi cih bibe ew herêm e ku hêzên gerîla çalakiyên bibandor li dijî dewleta Tirk a dagirker dike.

PDK bi vê hewldanê re dixwaze pêşî li hêzên gerîla bigire.

Balkêşe ev tevgera PDK’ê a li dijî qadên gerîla piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan ya 12’ê Adarê ku li Tirkiyê kiribûn, destpêkir.

PDK ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve bi leşkerî û îstixbaratî piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê.

Heta niha di êrişên hêzên PDK’ê de gelek gerîla jî şehîd bûne.

Back to top button