Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî bi pêşengtiya MSD’ê wê meha Nîsanê de duyemîn hevdîtineke şêwirê pêkbîne.
Derbarê Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk ên Sûrî de Emîne Omer ji ajansa Hewarê re axivî .
Emîne Omer diyar kir ku Şêwira yekemîn di 13 û 14’ê Kanûna 2021’an de bi beşdarbûna gelek kesayetan ji hundir û dervî welat hate li darxistin.
Hevseroka MSD’ê ragihand ku hevdîtinên şêwirî yên duyemîn wê meha Nîsanê de werin lidarxistin û got:
“Têgeha nenavendîbûnê wê mijara sereke ya nîqaşên hevdîtinê be.
Hevdîtinên şêwirî wê zemîneke guncaw a avakirina baweriyan ava bike.
Da ku sûrî bighêjin lihevkirinekê ku dê ber bi lidarxistina kongreyeke giştî ve biçe.”
Dihat payîn ku di nîvê Adarê de bihata lidarixistin.
Rewşa cîhanê û bandorên tevgerên leşkerî yên Rûsya yên li Ukraynayê lidarxistina hevdîtinên şêwirî asteng kirin..