Efxanistanê…Li bajarê Qendûzê 33 kes di êrişa bombeyî de hatin kuştin

Êrişên bombeyî yên dawî li Efxanistanê nîşaneya şerekî mezhebî ye.
Lewma di nava 2 rojan de mezgeftên Şîi û Sine bûn armanca êrişên bombeyî.

Roja Pênşemê li bajarê Mezarê Şerîf êrişeke bombeyî li dijî mizgefteke Şîiyan pêk hat.

Di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.

Berpirsiyariya vê êrişê DAIŞ’ê girt ser xwe.

Doh jî li bajarê Qendûzê dema nimêja Înê, mizgefteke Siniyan bû armanca êrişeke bombeyî.

Li gorî daxuyaniyan rayedaran ji ber êrişê herî kêm 33 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Heta niha ti alî berpirsiyariya êrişê ne girtiye ser xwe.

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku xebatên wan ji bo eşkerekirina êrişkaran dewam dikin.

Piştî ku Tevgera Talîbanê dest danî ser rêveberiya welat, çeteyên DAIŞ’ê gefa êrişan xwaribûn.

Û çend rojên dawî li paytext Kabul û deverên din ên Efxanistanê teqînên bombeyî zêde bûne.

Back to top button