YPG’ê bersiv da îdîayên PDK’ê: Ti pêwendiya me bi şandina alavên leşkerî re tine ye

Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku îdîayên PDK’ê yên êvara 26’ê Nîsanê belav kirî, bi temamî ji rastiyê dûr in.
YPG’ê eşkere kir ku ti pêwendiya wan bi şandina alavên leşkerî re tine ye û got;
“PDK bi îdîayên wiha, hem tevgera dagirkeriya Tirk rewa dike û hem jî Rojavayê Kurdistanê dike armanca êrişan.” 

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyekê bersiv dan îdîyayên PDK’ê.

Mehmûd bi bîr xist ku 26’ê Nîsanê Asayişa PDK destdanîna ser hin alavên leşkerî bi raya giştî re parve kir û got;

Li gorî vê îddîayê; ev alavên leşkerî ji aliyê YPG ve hatine şandin.

Divê were zanîn ku ti pêwendiya me bi wan amûrên leşkerî tine ye.

PDK di îdîaya xwe de dibêje ev amûr ji aliyê yek ji berpirsiyarên YPG Rodî Hisên ve hatine şandin.

Di nava YPG de kesek bi vî navî nîn e.

Ev bûyer û tiştên ku ji aliyê PDK ve tên gotin ne rast in.

Bi nûçeyên wiha PDK hewl dide hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re veşêre û êrişên Tirkiyê li dijî Kurdan rewa nîşan bide.

Di vê demê de ku êrişên dagirkeriyê li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde bûne, belavkirina îddîayên wiha dibe sedema gumanan.

PDK dixwaze bi zanebûn şoreşa Rojava û gelê Rojava bike armanca êrişan.

Ev ê di heman demê de zerarê bide pêwendiyên wê yê dîplomatîk.

Divê gelê me li hemberî vê helwesta PDK’ê hişyar be û baweriya xwe pê neyîne.

Back to top button