Li gundewarê Minbicê welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê El-Muhsinlî yê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû.

Dagirkeran duh bi şev gundê El-Muhsinlî yê bakurê Minbicê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dagirkeran bi çekên navîn û giran gundê El-Muhsinlî topbaran kirin.

Di encamê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Duh gundên navçeyên Şera û Şêrawa yê jî rastî êrişên hat.

Taybet gundê Şewarxe û derdora gundê Soxanekê û Aqîbê.

Back to top button