Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi encamnameyekî bi dawî bû

Civîna Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi encamnameyekê bi dawî bû û bang hate kirin ku divê di asta Rojava jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin.

Encamname Şêwira jin wiha ye:

Hevkarî bi hêzên dijminê gelê Kurd xetê me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Wek jinên Kurd pêwist dike em li dervey sînorên siyasî û hizbî kom bibin û hêza xwe bikin yek ji bo ku bikarin mudaxaleyeke bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin.

Divê di asta Rojava jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin.

Divê dîplomasiyeke netewî a jinên Kurd were meşandin ji bo têk birina siyasetên qirêş ku tune kirina destgeftiyên Kurdan armanc dikin.

Şêwrê bang kir ku ji bo Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd lezgîn kom bibe.

Bi vê armancê bang dike ku komîteya amadekar a konferansê asta çar parçeyên Kurdistanê bicivîne û biryarê konferansê bide.

Xebatên xurt û encamgir ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ku ji aliyê DAİŞ’ê hatin dîlgirtin erkê esasî a tevgerên jinên Kurd in.

Back to top button