FARIS HERBO: DIXWAZIN DI NAVBERA GEL Û RÊVEBERIYA ŞENGALÊ DE NAKOKIYAN ÇÊKIN

Hevserokê Desteya Rêveber ê Meclîsa Şengalê Faris Herbo derbarê rewşa Şengalê û şewata pêk hatî axivî û got: Sedema sereke ya vê şewatê dixwazin di navbera gel û rêveberiya Şengalê de nakokiyan çêkin”.

Hevserokê Deseteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo têkildarî rewşa Şengalê û şewatê axivî.

Herbo diyar kir ku Tirkiye û Îran ji bo ku aboriya Iraqê têk bibin siyaseteke gemarî dimeşînin.

Du sedemên şewatên Şengalê hene.

Dixwazin di navbeyna gel û rêveberiya Şengalê de nakokiyan çêbikin.

Ya dî jî baran îsal gelek hat, ji ber vê jî me bankir kir ku her kes erdên xwe biçînin, ji bo her kes vegerê Şengalê lê aliyên şewat kirin vegera şengaliyan astenk dikin.

Faris Herbo destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê naxwaze gel vegere Şengalê û wiha domand:

”Hikûmeta Iraqê got ew ê ziyana mexdûran bidin.

Lê ji bo ku alîkariyê nedin cotkaran vê nakin, berpirsyariya xwe bi cih nayînin.

Heke tedbîrên ewlehiyê bihata standin ev yek pêk nedihat û gelê me bi rehetî wê vegeriyan ser axa xwe”.

Herbo bal kişande ser rewşa Êzîdiyên ku ji bêgavî Şengal berdane û got:

”Jinên ku ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin bi şertên dijwar dijîn.

Ji axa xwe têne dûrxistin, mîna robotan têne xebitandin.

Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo ku Êzîdî li dadgehên navnetewî dozê li wan venekin:

Hevserokê Deseteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo herî dawî bang li gelê Ezidî kir ku vegerin Şengalê.

Leave a Reply

Back to top button