Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bêkes Qadir dibêje:
“Nakokiyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derfet dide dewleta Tirk da ku êrişan bike .”
Bêkes Qadir anî ziman “Dewleta Tirk xak û asîmanê Kurdistan û Iraqê binpê dike.
Ew ji nakokiyên nava aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê derfet dibîne û êrişan dike.
Lewma divê em bi yekitiyê li dijî êrişan rabin.”
Malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê jî gotin:
“Aliyên ku hevkariya dijminan dikin ti ferq di navbera wan û dijmin de nîne.”