Jinên Efrîn û Şehbayê ji bo parastinê xwe amade dikin

Bi armanca xweparastin li dijî êrîşan jin fêrî bikaranîna çekan dibin.Jinên Efrîn û Şehbayê bi hev re perwerdeya fêrbûna bikaranîna çekan dibînin û dibêjin:” Li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanî pêwîst e, divê her kes xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin”.

Di van demên dawî de bi awayekî rojane êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ser herêma Şehbayê ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne, didomin.

Di çarçoveya xweparastina li dijî êrişan, jinên Efrîn û Şehbayê daxwaza fêrbûna bikaranîna çekan kirin.

Hêzên Parastina Civakî yên herêma Efrînê xwesteka jinan pêk anîn û dewreya perwerdeya fêrbûna çekan ji wan re vekir.

Endama Hêzên parastina Civakî Meriyem Elî pêwîstiya vekirina perwerdeya fêrbûna çekan bikin.

Asiye Ebdulqadir ku fêrî bikaranîna çekan dibe, dibêje: Em wek jin xwe di warê çekan de perwerde dikin da ku li hember êrîşên dagirkeiryê civaka xwe biparêzin û xwedî li şerê gelê şoreşgerî derkevin.

”Li dijî êrişên dagirkeriyê berxwedanî pêwîst e”

Fatma Hisên Reşo jî ku perwerdeya fêrbûna çekan dibîne diyar kir ku weke gel bi tenê xwe birêve dibin.

Back to top button