NY Û QSD PEYMAN MOR KIR DEWLETA TIRK NY ŞERMEZAR KIR

QSD’ê gaveke erênî davêje, Dewleta Tirk dîn dibe. Hew Netweyên Yekbûyî mabû û Dewleta Tirk ew şermezar nekiribû.. Piştî pêkanîna peymanekê ji bo dorxistina zarokan ji leşkeriyê ku navbera NY û QSD’ê de dîsa Dewleta Tirk har û dîn bû.. Wezareta Karê Derve ya Dewleta Tirk got, NY qanûnên tinekirina terorê bin pê dike.

Wezareta Tirkî idia dike ku, ev peyman bêyî agahiyên endamên NY pêk hatiye û NY bi binpêkirina qanûnên terorê tewanbar kir..

Wezaretê, gava NY bi xetriyê pênase kir û got, helwesta NY nayê fêmkirin.

Tevî ku Nûnera taybet a NY Virgina Gamba destnîşan kir ku, ev peyman ji bo parastina zarokan pêk hatiye..

Çavdêr dibînin ku ji ber ev peyman rewakirina QSD’ê nîşan dide, Dewleta Tirk aciz bûye.

Beriya niha jî, dema şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk serdana Fransayê kir , Dewleta Tirk hikûmeta vî welatî şermezar kir..

Bi vê yekê diyar dibe ku, Vetoya Tirkiyê li ser asta navdewletî êdî têk çûye û ji bilî daxuyaniyan tişt di destan de nemaye.

Leave a Reply

Back to top button