Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje, MÎT’ê li Mexmûrê operasyon li dar xistiye, ne rast e.
Meclisa Gel a Mexmûrê têkîldarî van îdiayên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got:
“Em weke wargeha penaberan ya Mexmûr’ê 28 sal in bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hewayî, bejahî û derûnî re rû bi rû tên.
Dewleta Tirk her ku li hemberî îrade û tekoşîna gerîlayan derbên giran dixwe, berê xwe dide şerê taybet.
Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku MÎT’a Tirk di encama operasyoneke 14’ê Îlonê li Wargeha Mexmûrê de, 2 gerîla girtine û radestî Tirkiyeyê kirine.
Ev îddîa ne rastin û derew in.”



