Li Rojhilatê Kurdistanê û paytexta Îranê gel li dijî kuştina jîna Emînî daketin qadan

Li dijî kûştina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve her ku diçe hêrs û nerazîbûn zêdetir dibe. Li ser banga partiyan li Rojhilatê Kurdistanê li dijî kuştina Jîna Emînî greva giştî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî û Şehîd namirin” hate destpêkirin. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatî dikanên xwe venekirin, neçûne ser kar û çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Li paytext Tehranê jî li zanîngehê xwandekaran bi dirûşmeya bimre dîktator nerazîbûn nîşan dan.

Jîna Emînî ya 22 salî bi hêceta ku porê wê xuya dike ji aliyê polîsên yên Îranê ve hatibû binçavkirn û êşkencekirin, piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Li dijî vê yekê hêrs û nerazîbûna gelê Rojhilatê Kurdistanê her diçe zêde dibe.

Îro careke din li dijî kuştina Jîna Emînî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî hatin belavkiirn, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, welatiyan greva giştî li dar xistine.

Di serê sibehê de li bajarê Seqizê welatiyan dikanê xwe venekirin û neçûn ser kar.

Li bajarê Dîwanderê û Seqizê gel daketin qadan, bi dirûşmeyên jin, jiyan, azadî nerazîbûnên xwe nîşan dan û piştre hêzên îranê êriş bir ser wan.

Li paytexta Îranê, Tehranê jî xwendekaran bi dûrûşmeya bimre dîktator em Besîcan naxwazin nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Back to top button