Îro 33 sal li ser wefata hunermedê ji bajarê Efrînê Cemîl Horo re derbas dibe. Bi vê boneyê şehiyek li navenda çand û huner ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate li dar xistin.
Şahî ji aliyê kombenda Efrîn a Civakî, bi dirûşma ”Bi kelepûrê ve girêdan, zêdebûna mîrasê ye”, hat birêvebirin.
Di şahiyê de koçberên Efrînî yên ku li Qamişlo dimînin, bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), lê hazir bûn.
Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyana hunermend Cemîl Horo hat pêşandan û piştre hunermend Xelîl Xemgîn bi rêya telefonê axivî û behsa serpêhatiyên xwe bi hunermendê nemir Cemîl Horo re, kir.
Piştre stran ji aliyê koma Çiyayê Kurmênc ve hatin gotin û şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hunermendê nemir Cemîl Horo di gelek çalakî û mîhrîcanên mezin de beşdar dibû.
Ji berhemên wî: Memê Alan, Teyar Axa, Lo Bavo, Lo Lawo, Salih Beg û Bedewcan.
Hunermendê efrînî Cemîl Horo di sala 1989’an de ji ber nexweşiya kezebê wefat kir.