Li Îran û Kurdistanê di êrişên hêzên rejimê de zêdeyî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan

Serhildanên gel yên li Îran û Kurdistanê piştî kuştina Jîna Emînî ku destpêkir, bi pêşengiya jinan dewam dike. Li gelek bajaran gel li dijî rejîmê li qadan bûn. Rejîma Îranê jî êrişên xwe yên li dijî gel her ku diçe zêdetir dike. Hate ragihandin heta niha di êrişên hêzên rejimê de zedeyî 70 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildanên gel ên li dijî kuştina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja xwe ya 11’an de dewam dikin.

Li gelek bajaran tevî êrişên hêzên rejimê jî gel li qadan li ber xwe didin.

Hat ragihandin di êrişên hêzên rejimê de heta niha zêdeyî 70 kes jiyana xwe ji dest dane û hezaran kes jî hatine girtin.

Li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê gel careke din daketin qadan, jinan lacikên serê xwe avêtin û banga azadiyê kirin.

Back to top button