Êvara 5’ê Îlonê li komeke gerîla ya ji 5 kesan li geliyê balîsanê ya başûrê Kurdsitanê bûn hedefa êrişekê.
Di êrişê de 3 gerîla şehîd bûn 2 gerîla jî birîndar ketin destê PDK’ê.
Lê tevî gelek bang jî PDK’ ne cenazyên gerîla yên şehîd û ne jî gerîlayên birîndar radestî HPG’ê nekir.
HPG’ê nasnameyên van 5 gerîlayan eşkere kir.
5’ê Îlonê komeke gerîla dema derbasî qadeke din dibûn li gelîyê Balîsanê êriş li wan hate kirin. Di êrişê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî birîndar ketin destê PDK’ê.
Tevî ku gelek caran bang hatin kirin jî lê heta niha jî PDK’ê cenazeyên gerîlayên şehîd û gerîlayên birîndar radestî HPG”ê nekiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên her pênc gerîlayên ku bûn hedefa êrişan eşkere kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin,
“Di daxuyaniya xwe ya 7’ê Îlona 2022’an de me ragihandibû ku êvara 5’ê Îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrîşekê.
Li gorî agahiyên gihîştin me di vê êrîşê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin birin.
Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine birin, bêne radestkirin.
Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftina xwe ya 22’ê Îlonê de ku li çapemeniyê hate weşandin, diyar kiribû ku têkildarî bûyera li Dola Balîsanê agahiyeke nû nîne, gelê me û raya giştî li bendê ne ku ev bûyer bi encam bibe, tevî vê bûyerê aqûbeta du komên gerîla yên sala 2021’ê ketin kemînê, nayê zanîn.
Fermandarê me di vê axaftinê de bi taybetî destnîşan kir ku ew cara dawî dibêje; em li bendê ne ku PDK cenazeyên hevalên me yên şehîd ên her sê koman, her wiha hevalên me yên birîndar û girtî bi selametî teslîmî me bike.
Têkildarî vê bûyerê PDK’ê heta niha ti daxuyanî nedaye û daxwaz jî bi cih neaniye.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên êrîş li wan hate kirin, wiha ne:
Nasnav: Armanc Zîlan Nav paşnav: Alî Firat Çagar Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Beşbînnaz-Zeynel Abîdîn Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Aşîkar Colemêrg Nav paşnav: Vedat Aksaç Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Zubeyde-Farûk Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Rêzan Botan Nav paşnav: Emîr Yûsûfî Cihê jidayikbûnê: Kotol Dayik-Bav: Necîbe-Nîzam Mûhammed Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Karo Kobanê Nav paşnav: Ferdîn Huseyîn Cihê jidayikbûnê: Banê Dayik-Bav: Nesrîn-Hesen Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Zanyar Pava Nav paşnav: Arman Heyderî Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah Dayik-Bav: Kale-Mûhammed Nezîf Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |