Li Hesekê konê çalakiyê di roja 2. de dewam kir

Hêrs û nerazîbûna li dijî şehîdxistina Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî dewam dikin. Li gelek deverên herêmê çalakî hatin lidarxistin û li dijî kuştin û êrişên ser jinan banga bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Çalakiyên gel yên bi armaca şermezarkirina kuştina Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî dewam dikin.

Li Qmaişlo Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan der barê şehîdxistina Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da.

Rêxistinê diyar kir ku divê civata navneteweyî ji ber êrişên li dijî jinan hesabê ji rejimên Tirkiyê û Îranê bixwaze û êrişên wan yên li ser gelê Kurd bi dawî bike.

Çalakiya konvedanê ya Akademiya Jineolojî a li parka Rêber Apo hate lidarxistin di roja 2’an dewam kir.

Bi dehan welatî, endamên saziyan, partî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn.

Beşdarên çalakiyê jî, soza berdewamiya riya şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo dan û diyar kirin ku ew heta dawiyê têbikoşin.

Seroka Desteya Jin ya Herêma ya herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û bertek li dijî êrişa li ser Nagîhan Akarsel da.

Her wiha Meclisa Civakî ya Ermen der barê mijarê de li pêş navenda xwe ya li Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinên ku li hember zulmê li ber xwe dane hatin şermezarkirin.

Meclisê di dawiyê de diyar kir ku divê sûcdar werin darizandin.

Jinên Eyn Îsa kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Meclisa Jinan a Girê Spî bi daxuyaniyekê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir.

Şêniyên Çil Axa li dijî êrişên ser jinan daketin qadan

Li navçeya Çilaxa li dijî qetilkirina jinan gel daketin qadan.

Piştî ku çalakî li Qada Şehîd Mahsûm veguherî mêtingê, endama kongera Star Nezhe Seyfedîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişên ser jinan helwestê nîşan bidin.

Jinên Til Berek: Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin

Li navçeya Til Berek jî di seatên sibehê ji aliyê kongra Star ve bi heman armancê meşek hate lidarxistin.

Meş ji çerxerêya Şehîdan veguherî mêtingê û li wir hevseroka Kongra Star Rexed El Hisên daxuyanî da.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Berek Îman El Elî jî axivî û bang li hemû jinên li cîhanê kir ku li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin.

“Bila hikumeta Başûrê Kurdistanê sûcdaran eşkere bike”

Her wiha Li Tebqayê bi heman armacê Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku kesên ev sûc kirine wan eşkere bikin.

Back to top button