Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan daketin qadan

Bi hezaran jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan ..
Jinan xwestin ku hesab ji qatil were xwestin.

Bi hezaran jinên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn.

Xwepêşandêr heta parka navçeya meşiyan.

Li vir , endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ya herêma Efrînê Zehriyan Hisên axivî û got: “Aliyên kapîtalîst hewl didin jinan tune bikin..

Bi taybet jinên zane yên ku girtin di bin navê namûsê de qebûl nakin.

Ji ber wê hewl didin wê tesfiye bikin.

Vîna me naşikîne..

Em ê her gavan pêş de bavêjin.”

Zehriyan Hisên bang li aliyên têkildarî kir di nav de hikumeta Başûrê Kurdistanê ku kujeran radestî dadgehan bikin .

Back to top button