“Agahiyên bikaranîna çekên kîmyewî di destê me de hene”

Endamê Komîsyona Parastin û Asayîşê ya Parlanentoya Iraqê Hadî Amir û Tevgera Azadî li ser bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re daxuyanî dan.

Endamê Komîsyona Parastin û Asayîşê ya Parlanentoya Iraqê Hadî Amirlî destnîşan kir ku wê Parlamentoya Iraqê komîsyoneke taybet li ser diyarkirina van çekên kîmyawî ava bike..,

Hadî El-amirî diyar kir ku ew ji nêzîk ve êrişên dewleta Tirk ên li başûrê Iraqê li ser gund û cihên nîştecihbûnê dişopînin û got:

Agahî ketine destê me ku Tirkiye çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev jî binpêkirina hîmê cîrantî û yasayên navneteweyî ye.”

“Dewleta Tirk eşkere çekên qedexekirî bi kar tîne”

Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî jî têkildarê bikaranîna çekên Kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da.

Meclisê bang li navendên navnetewî yên wek rêxistin û navendên mafê mirovan kir ku êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst re nebin şirîk û hevkar û dengê xwe derbixin..

Back to top button