Li Bakurê Kurdistanê jin di nava çalakiyan de bûn

Jinên ku li bajarên Bakûrê Kurdistanê li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan, bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Endam û rêveberên partiya HDP,DBP û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarên Bakurê Kurdistanê meş hatin lidarxistin

Ev der navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye.

Endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan jî di nav de, gelek jin bi boneya rojê derketin qadan.

Di roja tundiya li ser jinan de polîsên Tirk êrişî jinan kir

Jin rastî astengiya polisan hatin û dema xwestin bimeşin rastî êrişê hatin.

Dayikên aştiyê ji di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Cizîra Botan – Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê Nebahat Îşçî di dema binçavkirinê de birîndar bûbû û ew rakirin Nexweşxaneya Cizîrê.

Li wanê polîsan rê li çalakiya jinan girt û êrişî wan kir

Bi heman boneyê li Wanê jî jinan xwest bi pêşengtiya TJA’yê meşekî li dar bixin.

Jinên ku li avahiya HDP’ê li hev kombûn û xwestin bimeşin, polisan rê li wan girt û bi bombeyên gazê êriş kirin

Li Agirî gelek jin hatin binçavkirin

Jinên Agiriyê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li pêşiya rêxistina HDP’a Agiriyê hatin ba hev.

Polîsan nehiştin ku jin daxuyaniyê bidin û êrişî wan kirin.

Back to top button