Girtina deriyê Til Koçer azarên koçberan zêde dike

Bi hatina Zivistanî re girtina deriyê Til Koçer azarên Koçberan zêde dike.
Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçber a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje:
“Girtina deriyê Til Koçerê azarên bi sed hezaran koçber û penaberên li herêmê zêdetir dike.
Pêwîste NY’î biryarekê ji bo vekirina derî bide.”

Dewleta Tirk gelek deverên herêmê dagirker kir ..

Mîna Efrîn ,Serêkaniyê û Girê Spî ..

Di encama dagirkerinê de xelkê deverê bi darê zorê hatin koçberkirin ..

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina van koçberan 16 Kamp ji bo 146 hezar Koçber û Penaberên Sûrî ava kirin.

Hemwextî bi hezaran koçber li nav gund, bajarok û bajaran dijîn.

Bi hatina zivistanî re girtina deriyê Til Koçer azarên bi hezaran Koçberan zêde dike.

Têkildarî mijarê Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed axivî..

”Girtina deriyê Til Koçer barê Rêveberiya Xweser zêde dike”

Şêxmûs Ehmd diyar kir ku girtina deriyê Til Koçer bareke mezin li ser Rêveberiya Xweser çêkir û got:

”Ji ber ku derbasbûn û derketina gelek Rêxistinên Mirovî li herêmê di rêya wî deriyê de ye, hate qedexekirin.

2014’an de konseya Ewlehiyê ya NY destûr da ku alîkarî derbasî herêmên derveyî kontrola hikumeta Şamê bibe.

Ev biryar heta 2020′î dema ku Rûsya veto li dijî vê mekanîzmeyê bi kar anî pêk hat û piştre hate girtin.”

Şêxmûs Ehmd da zanîn ku bi hezaran şêniyên ji herêmên şer ên li hundirê Sûriyê berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser û got:

”Hêzên navneteweyî guh nadin astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ên di dabînkirina pêdiviyan de.

Tenê Rêveberiya Xweser û hin Rêxistinên herêmî alîkariyan ji koçberên li kampan re peyda dikin.

Lewma pêwîste NY’î biryarekê ji bo vekirina derî bide..”

Back to top button