Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê hat ragihandin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şkandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan bi şîara ‘Duh derbazbû sibe derenge hema niha emê tecrîdê bişkênin’ starta çalakiyên xwe eşkere kirin.

Starta çalakiyê bi daxuyaniyekê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek ve hat dayîn.

Xurbet Îşlek starta çalakiyan eşkerekir û got: “Em ji bo raya giştî û hemû cihanê didin diyarkirin ku di vê em yek deqe, yek roj û yek dem bêyî ku em bi serokatî re jiyan bikin derbaz nekin.

Ji bo wê jî ji îro û şûn de weke gelê wargehê emê li vir starta çalakiyên xwe eşkere bikin.

Ji ber ku Rêber Apo vîn, hebûn û azadiya gelê Kurd e, ji bo wê gelê me yê Kurd ku li kuderê dibe bila bibe hemû demildest destê xwe bidin hev ji bo azadiya Rêber Apo.

Ji bo ev çalakî were meşandin wê her roj di demjimêr 14:00’an de destpê bike.

Di çalakiyên me de semîner, dahorandinên Rêbertî, sînevîzyon, beşê çandî û hwd wê her roj bi çalakiyên cûr be cûr were dayîn û ji aliyê gel ve were ziyaret kirin.”

Back to top button