AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir

Rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê bi destê saziyên xwe hewil dide, beriya hilbijartinê mixalefetê lewaz bike û serketina xwe misîger bike.
Ji bo vê yekê bi rêya Dadgeha Destûra Bingehîn dixwaze HDP’ê bide girtin.
Dadgehê daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku bimîne piştî hilbijartinê qebûl nekir.
Doz wê 14’ê Adarê were dîtin.

Rejîma faşîst ya AKP-MHP beriya hilbijartina Serokomar û Parlamentoyê qirêj dileyîze.

Bi rêya destwerdanên li saziyan, dixwaze dengê mixalefetê lewaz bike û bi vê re serketina xwe mîsoger bike.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) serlêdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo dosyaya girtina partiyê heta piştî hilbijartinê bihêle red kir.

Dadgehê biryar da ku daxwaza taloqkirina dosyayê ji bo piştî hilbijartinan red bike.

Ji bo parastina HDP’ê ya li hemberî astengkirina alîkariyê 15 rojên din muhlet hate dayîn.

Doza derbarê girtina HDP’ê wê 14’ê Adarê roja Sêşemê pêk were.

Hat ragihandin ku biryar bi yekdengî hatiye girtin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di destpêka vê mehê de daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a ji bo astengkirina hesabên partiya bi alîkariya Xezîneyê qebûl kir.

HDP’ê ev biryar weke “desteserkirina mafan” bi nav kir û got,

“Ev biryara dawî veberhênana li ser xebatên hilbijartinê yên AKP’ê ye.”

Partiyê her wiha ji bo dosyaya girtinê taloq piştî Hilbijartina Serokomarî û parlamentoyê bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Ji niha û pêde wê çawa bibe?

Serokê Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn wê rapora xwe ya li ser esasê dozê amade bike.

Ev rapor wê li endamên dadgehê bê belavkirin.

Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn wê piştî belavkirina raporê rojek diyar bike û qonaxa gotûbêjkirina dosyaya girtinê li ser esasê dest pê bike.

Di dawiya vê civînê de wê diyar bibe ka biryara girtinê bê dayîn yan na.

Ji bo biryara girtina partiyê pêwistî bi piraniya ji dengê sêyan duyê Dadgehê dike.

Di îdianameya ku ji 843 rûpelan pêk tê de, hat xwestin partî bi awayekî daîmî bê girtin û bi temamî ji alîkariya xezîneyê bê dûrxistin.

Ji bo 451 endamên partiyê qedexeya siyasî hat xwestin.

Back to top button