Qamişlo-li dijî komploya 15’ê roja jinê hat gotûbêjkirin

Li bajarê Qamişlo bi nêzbûna salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li ser Rêber Ocalan, panelek hate lidarxistin.
Di panelê de bal hat kişandina li ser rola jinan ya di têkoşîna dijî komployê de.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, bi boneya komploya 15’ê Sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan û têkildarî girîngiya têkoşîna dijî komployê û rola jinê panelek lidar xist.

Panel bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li avahiya PYD`ê ya li Qamişlo pêk hat.

Bi dehan jinên endamên Meclisa Malbata Şehîdan, Kongra Star, PYD û saziyên sivîl beşdar bûn.

Li ser komployê bi zimanê Erebî, li ser têkoşîna dijî komployê jî, bi zimanê Kurdî axaftin hatin kirin.

Di beşa despêkê ya panelê de îşaret bi binpêkirina mafê mirovan, tecrîd û komployê hate kirin.

Di beşa duyem de, bal hat kişandina ser rola jinê ya di têkoşîna dijî komplo û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan.

Endama Kordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed li ser vê beşî axivî û got:

Jin dikarin dijî komployê jî rolek baştir bilîzin û bi têkoşîna xwe azadiya fizikî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

Back to top button