Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandêr çalakiyên xwe yên bo azadiyê didomînin.
Li Bokanê xwepêşandêr li ser gora wan hatin bibîranîn.
Li Şîno jî dadger xwepêşandêran bi şerê li dijî xwidê tewambar dikin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê êdî meha xwe ya 5’an jî tejî dike.

Piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî ya 16’ê Îlona 2022’an ev, 150 rojin xwepêşandan li welat pêk tên.

Xwepêşadêrên hatine kuştin li ser gora xwe tên bîranîn

Divê çarçoveyê de doh li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê malbata Şehryar Mihemedî ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bîranîn.

Ji destpêka xwepêşandanan ve li bajarê Bokanê herî kêm 17 kes hatine kuştin.

Li gor nûçeya Kolbernews, hêzên Îtlaetê û Îtaleta Supayê Pasdaran serdana malbatên ku zarokên wan di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, kirine.

Hêzên deshilatê ji malbatan xwestine ku ew zarokên xwe wek ‘Şehîdên girêdayî desthilatê’ tomar bikin daku muçeyê wan wergirin.

Lê malbatan ev daxwaza desthilatê red kirine.

Li Şîno xwepêşandêr bi şerê li dijî xwedê tên tewambarkirin

Derbarê çarenûsa kesên di xwepêşandana li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê de hatin binçavkirin jî hat gotin, du birayên bi navên Ferhad û Ferzad Tehazade bi fermî ji aliyê dozgeriya giştî ya Urmiyê ve bi “şerê li dijî Xwedê û xerabiya li ser rûyê erdê” hatine tawanbar kirin.

Tê gotin ev tomet jî metirsiya ku dadgeh cezayê bidarvekirinê li her du birayan bibire heye.

Li ser asta Îranê jî tevî astenî û zextên li ser çalakvanan nerazîbûn dewamin.

Ateş Şakeremî meta Nîka Şakeremî (yek ji xwepêşandanên hatiye kuştin) eşkere kir dema wan cenazeyê Nîka wergirtine, dîtine ku didanên wê hatine şikandin.

Li aliyê din ji bo piştgiriya pêşniyara berpirsê Tevgera Kesk Mîr Hisên Musewî ku gotibû divê bi rêya referandûmê destûrek nû ji bo Îranê were nivîsandin, nêzî 300 çalakvanên siyasî, sivîl û akademîsyen piştgiriya xwe ji projeyê re nîşandan.

Back to top button