Defend Kuridstan banga beşdarbûna çalakiyên 16 heta 18’ê Adarê kir

Defend Kurdistan ji bo rojên çalakiyên navneteweyî ku 6’ê Adarê dest pê dike û heta 18’ê Adarê dewam dike daxuyaniyeke da û banga beşdarbûna çalakiyan kir.

Defend Kurdistan bi sernavê “Em sûcên we dibînin – li Kurdistanê bes çekên kîmyewî bi kar bînin’ daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Eger dewlet di têkoşîna li dijî şoreşê de dibin yek, divê em jî ji bo şoreşê hîn bêhtir bibin yek.

Li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan em bi îradeyeke hevpar têbikoşin, bêdengiya navneteweyî, êrişên li dijî tevgera jinên Kurd û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin.

Ji ber vê yekê em bang li herkesî dikin ku ji bo rojên çalakiyê yên di 16 Adarê de destpê dike û heta 18’ê Adarê dewam dike di salvegera Komkujiya Helebceyê, dagirkirina Efrînê û komûna Parisê de beşdar bibin.”

Back to top button