Dewleta Tirk serlêdana malbatan ji bo Îmraliyê bêbersiv dihêle

Malbata Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Apo li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Parêzerên Rêber Apo hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanan dikirin lê belê bi erênî yan jî neyînî tu bersiv nayêdayîn.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re di 18’ê mijdara sala 2021’an de bi dawî bû.

Tevî vê yekê jî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê tu bersiv nedan serlêdanên ji bo hevdîtinê bi malbatê re.

Dadgeriya Înfazkirina Cezayan a Bursayê di 12’ê cotmeha sala 2021’an de ji Rêber Apo re cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan dabû.

Qedexeya hevdîtinê di 22’yê nîsanê de bi dawî dibû.

Lê dîsa jî destûr nehat dayîn ku parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.

Tevahiya serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv hatin hiştin.

Back to top button