Sozan Şeban: Jin dikarin ji xwe re kargeha vekin û karbikin

Sozan Şeban hîn di temenê zaroktîde xeyala wê ya dirûna cilan hebû.
Niha li Helebce dirûnxaneyek taybet ji bo jinan vekiriye û dirûnxaneya wê bûye çavkaniya debara jiyanê ji bo wê û zêdetirî 20 jinên din.

Li Helebce ev 6 mehin jina bi navê Sozan Şeban dirûnxaneyek vekiriye.

Niha 11 jin têde kar dikin û 12 jinên din jî li derve de jêre kar dikin.

Sozan dixwaze bi logoya Helebceyê cilûbergên resen ên Kurdî bişîne dervey Başûrê Kurdistanê.

Sozan Şeban derbarê karê xwe de ji Rojnews re axivî û wiha got:

“Xeyala min a zarokatiyê dirûna cilan bû.

Di dema destpêkirina şerê Iraqê de, bavê min makîneyek biçûk ji min re kirî û min dest bi vî karî kir.

Projeya min a niha vekirina vê kargeha dirûnê ye. Li gel komek jin kar dikîn.

Sozan got armanca wê ewe ku jinên dirûnkar ji quca malê derkevin derve û bibin xwedî karê xwe yê taybet.

Back to top button