Serokwezîrê Iraqê serdana Şamê dike

Serokwezîrê Iraqê bi vexwendinek fermî ber bi Suriyeyê bi rêket, tê payîn Sudanî bi rayedarên Suriyeyê re bicive.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya çendekê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, ji balafirxaneya Bexdayê ber bi paytexta Suriye, Şamê birêketiye.

Gorî ofîsê di 4’ê Hezîrana 2023’yan de serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed Sudanî vexwendibû Suriyeyê.

Gorî heman çavkaniyê wê Sudanî bi rayedarên Hikumeta Şamê re, peywendiyên di navbera her du aliyan de, hemahengî, karê hevbeş û ewlekariyê gotubêj bike.

Back to top button