“Helwesta hikûmeta Iraqê beramberî doza Êzidiyan gelek lewaze”

Serokê Encûmena Tirkmenan ya Mûsilê ragihand, helwestên hikûmeta Iraqê li ser doza Êzidiyan gelek lewaze û got; “Heta niha bi sedan malbatên Êzidî li kampên derveyî Şengalê dijîn.

Serokê Encûmena Tirkmenan ya Mûsilê Şêx Ebid Elî Salih Beyanî qala helwesta hikûmeta Iraqê ya li beramberî vegerandina mafê civaka Êzidî kir.

Salih Beyanî diyar kir ku helwesta hikûmeta Iraqê beramberî pêkhateya Êzidiyan gelek lewaze û got;

Em bang li hikûmet û Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê dikin ku hêsankariyan ji bo vegerîna koçberên Êzidî bo ser cih û warên wan bike.

Herwiha di aliyê darayî de û çend aliyên din de divê tezmînata wan bê dayîn.”

Beyanî di dawiyê de bê berpirsiyariya Iraqê ya li dijî civaka Êzidîh şermezar kir û peyama piştgiriyê ji bo xelkê Şengalê da.

Back to top button