HRE li gundê Eble yê Babê li dagirkeran xist

Hêzên Rizgariya Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê bersiv nahêlin.
HRE’ê li gundê Eble ya bajaroka Babê çalakiyek li dar xist.
Di encamê de 15 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê têkildarî çalakiyên duh ên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da û ev agahî parve kir:

’18’ê Îlonê li gundê Eble yê bajarokê Babê, ji aliyê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke serdagirtinê hat lidarxistin.

HRE: Di çalakiyan de 15 çete hatin kuştin 6 birîndar bûn

Di encama vê çalakiyê de 15 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.”

Ji bilî vê, 3 çeper, 3 motorsîklet, seyareyek û depoyeke cebilxaneyê hatin rûxandin.

Her wiha gelek çek, cebilxane, telefon û nasname hatin desteserkirin.

Back to top button