Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertekên tund nîşanî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê-PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got, xiyanet ji dagirkeriyê xeteretir e.
Welatiyê bi navê Mihemed Elî Hesen got:
” Dema êriş li ser herêmek tên kirin, şêniyên wê herêmê li hember wan êrişan dibin yek, lê belê PDK’ê xwe dide aliyekî û li hember kiryarên Tirkiyeyê bêdeng dimîne.
PDK′ê alîkariyê dagirkeran dike. Ev xiyanet e.
Li hemberî xiyanetê divê yekitî were avakirin û xiyanet ji kokê ve were rakirin.”
Welatiya bi navê Cîhan Îsa Mistefa jî derbarê heman mijarê de wiha anî ziman :
“Fermandar û pêşengên me û destkeftiyên me bi rêya van xayînan tên hedefkirin. PDK’ê bi Tirkiye ya dagirker re kar dike.”
Welatiya bi navê Feyrûz Mihemed jî diyar kir ku dîroka PDK’ê tijî xiyanet e û destnîşan kir ku ew PDK’ê efû nakin ji ber ku bû sedema hedefkirina gelek fermandar û pêşengan .
Welatiyê bi navê Dilovan Hisên destnîan kir ku PDK’ê berpirsa pêkanîna komujiyên dewleta Tirkiya a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ye û got:
“Divê em dawî li vê xiyanetê bînin û dijmin têk bibin.”



