Çîn amadeye têkliyên xwe bi DYA re xurt bike

Tê payin ku Xi Jinping û Joe Biden hefteya bê li San Francîscoyê li hev bicivin.
Beriya civînê Alîkarê Serokê Çînê got; Çîn amade ye di ‘her astê’ de têkîliyên xwe bi DYA’yê re xurt bike.

Alîkarê Serokê Çînê Han Zheng di Forûma Aboriya Nû Bloomberg a li Sîngapûrê de axivî.

Han Zheng diyar kir ku civînên dawî yên di nava rayedarên Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşan dide ku têkîliyên di navbera her du aliyan de baş dibin.

Han wiha got:

“Em amade ne ku têkîliyên xwe yên bi DYA’yê re di her astê de xurt bikin û zehmetiyên kûreyî bi hev re derbas bikin.”

Serokê DYA’yê Joe Biden ragihand ku ew plan dike di nîva meha Mijdarê de li San Francîscoyê di çarçoveya lûtkeya Apec (Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîk) de bi lîderê Çînê Xi Jinping re hevdîtinê bike.

Pekîn hîna hevdîtin piştrast nekiriye, lê Han Zheng dubare kir ku têkîliyên di navbera Pekîn û Washîngton de ji bo “pêşeroja mirovahiyê” diyarker e.

Han got:

“Cîhan têra xwe mezin e ku her du welat bi hev re pêş bikevin.”

Back to top button