Jinên Kurd artêşa xwe avakirin û parastina jinan hilgirtin ser milên xwe

Jinên kurd ku ji destpêkê ve di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girtin.
Bi pêngava 15’ê Tebaxê re bûn pêşengên têkoşîna çekdarî. Jinan di bin banê YJA Starê artêşa xwe avakirin û misyona parastina jinên kurd hilgirt ser milên xwe.
Di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê de gerîlayên azadiyê niha li çiyayên kuridtanê berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Di warê dîrokî, civakî û pergalî de tevgera azadiyê ya jinên Kurd karî xwe pênase bike, çalak be, biguhere û veguherîne.

Ev tevgera jinê ya Apoyî xwedî îddayek mezin a afirandina jina azad û civaka azad e.

Bingehê artêşbûna jin jî bi awayek rêxistinkirî bi damezrandina PKK’ê re di salên 1970’yan hatiye danîn.

Weke pirsgirêkek sereke a civakî û dîrokî Rêbe Apo nasnameya jinê pênase kir.

Lewma lêgera wî ya azadiya civakê ji jinê dest pê kir.

Li ser vê şopê meşiya, bi tevlîbûna jimarek kêm a jinan, di sala 1978’an de PKK saz kir.

Di avabûna PKK’ê de jina pêşeng Sakine Cansiz cih girt.

Bi wê re mezin bû û hîn di destpêkê de ji pêşengên partiyê Besê Anûş şehîd dibe.

Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an jî weke guleya yekem derbasî dîrokê bû.

Salên 1990’î û şûnde ji bo gel û tevgera azadiyê salên girîng bûn.

Jinan di wan salan de pêşengî ji serhildanan re kirin, pêl bi pêl berê xwe dan çiyayên Azad.

Di sala 1992’an de bi şehadeta Bêrîtan Hêvî re ji bo tevgera azadiya jin qonaxek nû destpêkir.

Gêrilayên jin 1993’an Yekîneyên biçûk yên jin avakirin.

Ev jî bû bingeha artêşbûna jinê û roj bi roj berfirehtir bû.

Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd li 4 beşên kurdistanê û derveyî welêt belav bûn.

Jinên kurd sala 2005’an di bin banê koma pilind KJB’ê de bi navê Yekîneyê jinên azad STAR artêşa xwe avakirin.

YJA Star misyona parastina jinên kurd hilgirt ser milên xwe û li hemberî êrişên dijî gelê kurdistanê xwe berpirsiyar dît.

YJA Star beriya her tiştî xwe ji bo parastina tevahiya nirxên azad û azadiya jinê erkdar dibîne .

Li dijî tevahî êrişên birdozî, siyasî û civakî xwe weke hêza parastinê pênase dike.

Di nava PKK’ê de bi hezaran jinên şoreşger bi idîyayeke mezin û bi biryarbûn, berxwedaneke bêhembar û bi rihekî fedayî,

Bi helwesta Bêrîtan, Zîlan, Sema, Ezîme, Şîlan, Dicle Kobanê, Sozdar Dêrik, Nûda, Viyanan, Rozerîn, Çîçekan, Delal, Azê Malazgirt, Nalîn Muş, Şervîn Dêrik, Hêlin Umut,

Bi dirûşma ‘ Yên têdikoşin azad dibin Yên azadbûyî bedew dibin Yên bedew jî têne heskirin’ heta dawiyê li berxwe didin û ji bo azadiyê têdikoşin’.

Jinên Têkoşer îro jî li Zap,Avasin,metina tevahi heremên parastina medya li berxwe didin û bi serkeftinên xwe mohra xwe li dirîkê didin.

Back to top button