Eyaleta Quebec a Kanadayê dagirkerî şermezar kir

Li Meclîsa Eyaleta Qûebec a Kanadayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêşnûmeyek hate qebûlkirin.
Meclîsê di pêşnûmeyê de êrîşên dagirker yên dewleta Tirk şermezar kir û ragihand ku ew piştgiriya gelê Kurd dikin.

Di pêşnûmeya Meclîsa Eyaletê ya Qûebecê de hate xwestin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin.

Parlamenterên Qûebecî di pêşnûmeyê de bang li Wezareta Karên Derve û meclîsê kirin ku li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û piştgiriya gelê kurd bikin.

Her weha bang li civaka navnetewî jî kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bikevin nav hewldanan, şerê dewam dike rawestînin, ji mafê mirovan re rûmetê nîşan bidin û ji bo çareseriyeke aştiyanê rêbazên diyalogê bikarbînin.

Pêşnûme li Meclîsa Neteweyî ya Eyaletê ya Qûebecê yekser hate qebûlkirin.

Leave a Reply

Back to top button