Li herêmê amadekariyên dawî yên hilbijartina şaredariyan tên kirin

Li herêmê amadekariyên ji bo Hilbijartinên Şaredariyan ên dawî têne kirin.
Li Kobanê 37 hezar kartên hilbijartinê hatin belavkirin.
Li Kantona Cizîrê jî 66 komîte ji bo pêkhatina hilbijartinê hatin avakirin.

Li ser daxwaza, partî, sazî û rêxistinan Komseriya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, dema hilbijartina 11 roj paşxist.

Piştî vê yekê, xebatên dawî yên ji bo hilbijartinê li herêmê têne kirin.

37 HEZAR KERTINÊN HILBIJARTINÊ LI KOBANÊ HATIN BELAVKIRIN

Di vê çarçoveyê de li Kobanê bi rêya komînan kartên hilbijartinan li şêniyan tên belavkirin.

Li gorî kertê her kes ji temenê wî/wê 18 salî û jor de dikare deng xwe bikarbînin.

Berdevkê Komîteya Hilbijartinên Şaredariyan Mehmûd Kîko diyarkir ku 37 hezar kart hatine amadekirin.

Hevserokê Komîna Şehîd Fîras Cumaa Dawûd jî got:

“Em mal bi mal digerin û kertên hilbijartinê li şêniyan belav dikin.”

66 komîteyên hilbijartinan li kantona Cizîrê hatin avakirin

Ji bo rêveçûna hilbijartinan jî Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê 66 komîteyên hilbijartinê ên bajar û bajarokên kantonê ava kirin.

Derbarê hilbijartinan de panelek li Minbicê hat lidarxistin

Yekîtiya Rewşenbîran a Minbicê û Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê jî panelek di bin dirûşmeya ‘Hilbijartinên Şaredaryan Berpirsyariya Her Kesî Ye’ lidar xist.

Panel li navenda yekîtiyê ya Minbicê bi beşdariya endamên her du aliyan pêk hat.

“EV HILBIJARTIN WÊ HERÊMÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIKE”

Hate gotin:

“Divê xelkê Minbicê û tevahî xelkên herêmê erkê xwe bicih bînin û xwedî li hilbijartinan derkevin.

Ev hilbijartin wê têkiliya di navbera gelê herêmê de xurtir bike û herêmê derbasî qonaxeke nû bike.”

Back to top button