Welatên Ewropa banga ‘Jinûve nirxandina rewşa li Sûriyê’ kir

Hikumetên 8 dewletên endamên Yekitiya Ewropayê diyar kir ku divê “rewşa li Sûriyê ji nûve bê nirxandin” ji bo ku destûrê bidin “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyeyî.

Rayedarên Awisturya, Çekya, Qibris, Yewnanistan, Îtalya, Malta û Poland bi hev re daxuyaniyek dan û got;

Me li hev kiriye ku rewşa li Sûriyê careke din bê nirxandin.

Ev nirxandin wê bihêle bi awayekî guncawtir bi penaberên Sûriyeyî re yên ku hewl didin bigihêjin welatên Yekitiya Ewropayê, mijûl bibin.

Rayedarên her heşt dewlet li paytexta Qibrisê li hev civiyan û daxuyand ku rewşa li Sûriyê “bilez bi pêş dikeve, ruxmî ku îstiqrara siyasî ya giştî li welêt nîn e.”

Her wiha destnîşankirin ku divê YE, piştgiriya ji bo Lubnanê zêde bike da ku metirsiyên pêlên penaberan ji Lubnanê ber bi Ewropayê ve, sivik bikin.

Rayedarekî qibrisî jî got:

“Jinûve nirxandina rewşa Sûriyê, nayê wateya derxistina penaberên sûriyeyî û vegerandina wan li Sûriyê.

Lê penaberên Sûriyeyî yên ku herêmên jê penaber bûne, wek herêmên ewle hatibin sinifandin, dê nikarin kar û derfetên din ên penaberiyê bi dest bixin.

Ev jî dê bandorê li penaberên din bike ku cesaret nekin bên Qibrisê.”

Back to top button